Li Efrînê ji aliyê komeke çekdar 20 xwendevan û 2 mamoste hatin revandin

14 July 2020 12:03 0 dîtin
Li Efrînê ji aliyê komeke çekdar 20 xwendevan û 2 mamoste hatin revandin

PeyamaKurd  - Li Efrînê, komeke çekdar 20 xwendevan û 2 mamosteyên Kurd ê li bajarê Ezazê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, 20 xwendevan û 2 mamosteyên Efrînê, dema bo azmûnên pola (9 û 12) bikin diçin Helebê, di rêya vegera Efrînê  da, li bajarê Ezazê ji aliyê çekdarên koma Cebhe El Şamiyê tên revandin.

Herwiha wê rêxistinê diyar kir, koma Cebhe El Şamiyê bi tohmeta pêwendiya wan xwendevan û mamosteyan bi Rêveberiya Xweser hebû ew desteser kirine.

Bo pirsîna zarokên xwe, malbatên wan çûne Ezazê û sedema desteserkirina zarokên xwe ji koma Cehbe El Şamiye dipirsin, koma çekdar ji wan ra dibêje piştî lêpirsîn dawî bibe wê werin berdan.

Ji dema artêşa Tirkiyê û komên çekdar Efrîn dagir kirin, sîstema xwendinê guhertine û rêbazên xwendinê yên hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ferz kirine, lê beşek ji xwendevanan li malê rêbaza hikûmeta Sûriyê dixwînin, loma dema ezmûnan neçar dibin biçin li Helebê pêşkêş bikin.