Li Efrînê 5 Kurd ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

24 November 2020 13:30 0 dîtin
Li Efrînê 5 Kurd ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 5 Kurd ji bajarokê Mabeta revandin û li hember berdana wan fîdye dixwazin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 20 û 22ê vê mehê 5 welatî ji bajarokê Mabeta revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirin.

Navên wan kesan wiha ne: Mihemed Hudên Yûsif, Noredîn Hemîd Coco, Mihemed Yûsif Coco, Remzî Henan Elîko, Zuhêr Mistefa Şabo.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne.