Efrîn | Welatiyekî Kurd ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Tirkî hat revandin

27 December 2021 13:05 0 dîtin
Efrîn | Welatiyekî Kurd ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Tirkî hat revandin

PeyamaKurd – Welatiyekî Kurd ê Efrînî ji aliyê çekdarên koma Cebhe El-Şamiye hat revandin û çarenivîsa wî nayê zanîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine, çekdarên koma Cebhe El-Şamiye ya ku Artêşa Tirkiyê piştgiriya wê dike, welatiyekî bi navê Fethî Mihemed Elî ku xelkê gundê Meiriskê yê ser bi nahyeya Şera ya Efrînê girtine û ew ji bo cihekî nediyar birine û heta niha çarenivîsa wî welatiyê Kurd nayê zanîn.

Herwiha heman çavkanî eşkere dike, ev ne cara yekemîn e ku Fethî Mihemed Elî tê girtin, berî niha jî hatiye girtin, lê piştî dana fidye, ew hatiye azadkirin.