Welatiyekî Kurd ji aliyê Istixbarata Tirkiye û Polîsê serbazî ve hat girtin
PeyamaKurd – Welatiyekî Kurd bi tohmeta peywendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye, li gundê Meireskê li navçeya Şera ya Efrînê, ji aliyê Istixbarata Tirkiye (MIT) û Polîsê serbazî ve hat girtin.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kir, roja Pêncşemê li gundê Meireskê li navçeya Şera ya Efrînê, dewriyeke Istixbarata Tirkiye û Polîsê serbazî welatiyekî Kurd bi tohmeta pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye, girtin.
Herwiha di heman demê de, li Medankê ser bi Şera ya Efrînê çekdarên Feyleq el-Şam welatiyekî Kurd îşkence kirin, da ku mala xwe radestî wan bike.
Hat ragihandin ku li gundê Buxçe yê ser bi Bilbil a Efrînê jî polîsê serbazî welatiyekî Kurd ku li cem wan girtî bû, beramberî 400 dolaran azad kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin