Efrîn | Koma Semerqend a Tirkiye pistgiriya wê dike welatiyekî Kurd revand

11 January 2021 11:27 0 dîtin
Efrîn | Koma Semerqend a Tirkiye pistgiriya wê dike welatiyekî Kurd revand

PeyamaKurd –  Li herêma Efrînê welatiyekî Kurd ji gundê Kefer Sefre, ji aliyê çekdarên koma Semerqend a Tirkiye piştgiriya wê dike, hat revandin.

Çekdarên komaSemerqend,girtine ser gundê Kefer Sefrê yê ser bi nahiya Cindirêsê ve û welatiyekî Kurd revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihand, çekdarên Semerqend bi Polîsên Serbazî yên girêdayî opozisyonê ve,girtine ser mala welatiyê Kurd Xelîl Ehmed Şêx Îsa li gundê Kefer Sefrê û ew revandine.

Rêxistinê daye zanîn, çekdaran Xelîl Ehmed ê 40 salî, birine baregeha emnî û li wir bi tundî ew îşkence kirine.

Herwiha, li gor wan zanyariyan, di encama îşkenceyê de,  Xelîl Ehmed bi giranî birîndar bûye û rewşa tenduristiya wî xerab bûye û ew ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Herwiha, heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve, bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.