Senatorê Komarî: Ger Trump bibe serokomar wê pistgiriya gelê Kurd bike

06 November 2024 11:17 0 dîtin
Senatorê Komarî: Ger Trump bibe serokomar wê pistgiriya gelê Kurd bike

PeyamaKurd – Senatorê Partiya Komarî ya Kongreya Amerîkayê Trent Franks diyar kir ku heta niha Donald Trump serkêşiya hilbijartinan kiriye û got, eger Trump bibe serokomar ew ê piştgiriya Kurdan bikin.

Trent Franks di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de gotiye, “Divê em li benda dawiya hilbijartinê bin. Yên ku difikirin ku ew encaman dizanin hîn jî nebawer in ku dê kî bi ser bikeve. Ev şansek baş bû ku Donald Trump li Pennsylvania li pêş bû."

"Ez difikirim ku eger Kamala Harris bibe serok wê ji bo Kurdan zehmet be ku ji aliyê Amerîka ve werin piştgirîkirin." Trent Franks got, “Lê belê eger Donald Trump bibe serok, wê piştgiriyê bide Kurdan û Îsraîlê û ev yek wê bibe derfeteke baş ji bo aramiya Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî, ez wisa difikirim ku ew dikare şerê Ukraynayê jî bi dawî bike. Ya ku ji bo cîhanê girîng e ew e ku Donald Trump serokê Dewletên Yekbûyî ye."

Trent Franks: "Donald Trump di sîyaseta derve de xwedî siyaseteke zelal û tund e, lewra ez difikirim ku ew ê serkeftî be. Hêvîdar im ku ew serketî be." Trent bi van gotinên xwe piştgiriya xwe ya ji bo Trump anî ziman.

Trent Franks da zanîn ku Trump berê gelek baş piştgirî da Kurdan û wiha got:

“Trump di dema borî de gelek baş piştgirî da Kurdan ji ber ku gelê Kurd miletekî serkeftî û bi rûmet e. Ya girîng ew e ku DYA piştgiriyê dide wan. DYA bi Kurdan re li dijî DAIŞê şer kir. Li dijî terorê şer kirin. Kurd rasterast ji aliyê Amerîkayê ve hatin piştgirîkirin, lewma divê Amerîka vê hevkariyê bidomîne.”