Donald Trump bi fermî bû berbijarê serokomarîyê yê Partîya Komarî
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi fermî razî bû ku bibe berbijêrê Partiya Komarî ya serokomariyê.
Piştî hewla kuştinê ya ku di mîtînga xwe ya hilbijartinê ya 13ê Tîrmehê de rastî wî hat, Trump cara ewil di Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarî ya ku li Milwaukee hat lidarxistin de li ber raya giştî axivî.
Trump got, "Ez namzediya ku bibe serokê hemû Amerîkayê qebûl dikim, ne tenê nîvê Amerîkayê."
Trump got: "Bi bawerî, dilsozî û serbilindî ez namzediya we ya ji bo serokatiya Amerîkayê qebûl dikim."
Trûmp diyar kir ku ew ê di meha Mijdarê de serkeftineke mezin bi dest bixin û destnîşan kir ku wê ji bo her kesî serdemeke nû ya ewlehiyê destpê bike û divê parçebûna di nava civakê de "çewa" bibe.
Trump serpêhatiyên xwe yên di hewla sûîqestê de bi berfirehî nirxand û got, "Tevî vê êrîşa hovane jî, em îşev bi yekîtî û biryardarî li hev disekinin. Ez ji her demê bêhtir bi biryar im."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin