Donald Trump bi fermî dest bi karê xwe kir û karên dê ewilî bike, rêz kir

20 January 2025 21:58 0 dîtin
Donald Trump bi fermî dest bi karê xwe kir û karên dê ewilî bike, rêz kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump bi fermî dest bi karê xwe yê serokatiya DYAyê kir. Niha Trump serokê 47em yê DYAye. Trump piştî sondê xwar, ragihand ku wê DYA an ku welatê wî, ‘çaxekî zêrîn’ bijî. Piştî sondê, serokê DYAyê Turmp çû ser kursî û daxwuyaniyan da û got:

“Wê DYA çaxê xwe yê zêrîn bijî. Berya her tiştî em ê welatekî serbilind û dewlemend ava bikin. Wê herkes ji me re rêz bigre. Niha em hemî li vê derêne. Wê ji îro û pê de welatê me refahê bijî û em ê îznê nedin ku ti kes ji me îstîfade bike.

Ez ê bi rêvebiriya Trump, DYAyê bikim rêza yekem. Wê desthilata me paşde were, em ê ji nûh de ewlehiya xwe ava bikin. Wê edalet ji nûh de bibe heqîqet û wê wezareta edaletê ya ku çekan jê danîne ya kirina nerewa, bi dawî bibe.”

Trump, li ser hewla kuştina wî got ku ji bo DYAyê ji nûh de bike weltekî mezin, Xwedê jiyana wî rizgar kiriye. Trump, behsa siyaseta koçberan ya çaxa nûh kir û got:

“Welatekî me heye ku sînorên xwe naparêze û di rewşên awarete de nikare biryara xwe bide. Em niha li Los Angelesê dinêrin û çend hefte berê nîşana bergiriya me bû. Mirovên me yên herî xwurt li wê derê bûn. Piraniya wan li wê derê rûdinên û niha malên wan mirovên me tinene. Niha sîstema me ya tenduristiyê heye ku bi kêr nayê. Rewşa sîstema me ya perwerdê xerab e.”

Trump got ku ji bo bi koçberiyê re têbikoşin, wê DYA li sînorê başûr rewşa awarte ragihîne.

Li ser avêtina pêngavên siyaseta derve ya DYAyê, Trump li ser Kendava Meksîkayê dixwuyanî da û got:

“Em ê navê Kendava Meksîkayê bikin Kendava Amerîkayê.”

Trump, li ser kiryarên ku dê bike weha dewam kir:

“Em ê kartelan weka rêxistinên terorê yên biyanî binav bikin. Ez ê fermanê bidim hukumeta me ku temamê erka xwe bikarbîne û çeteyên biyanî ji ortê rake. Em ê bilez maliyet û fiyatan daxînin. Wê Amerîka car din bibe welatekî hilberîner. Em xwediyê her tiştîne ku di dinyayê de ti welatekî ne xwediyê wan tiştaye: Petrol û gaz. Em ê vêya bikarbînin.”