Maduro destê astiyê dirêjî Donald Trump kir

09 November 2024 09:18 0 dîtin
Maduro destê astiyê dirêjî Donald Trump kir

PeyamaKurd – Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand ku ew ê bi erênî binirxînin diyaloga li ser esasê ji hev têgihiştinê ya bi Donald Trumpê re ku wek 47emîn Serokê Amerîkayê hat hilbijartin.

Maduro derbarê hilbijartinên Amerîkayê de daxuyanî da. Maduro ji rojên ewil ên desthilatdariya xwe bi hestên xwe yên li dijî Amerîkayê tê naskirin.

Maduro diyar kir ku ew dixwazin di heyama nû da bi Trump re têkiliyên baş dayînin û wiha got: “Serdema ewil a Trump ji bo me ne baş bû. Ev destpêkeke nû ye. Em amade ne ku bi serketinê ji bo berjewendiya her du welatan têkiliyekê saz bikin û têgihîştinê bi dest bixin her çi qasî têkiliyên me yên dualî aloz bin jî. Dema ku du caran li dijî Trump sûîqest hat kirin, min kêliyekê jî xwe dûr nexist ku îfade bikim ku hevgirê wî me.”

Trump dikare şer biqedîne!

Maduro anî ziman ku ew ji rêveberiya nû ya ku li DYAyê bê avakirin bi hêvî ne û wiha got:

“Trump di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de got ku ew ê kapasîteya aborî ya welatê xwe zêde bike. Her wiha soz da ku şerê li dijî Xeze û gelê Filistînê û şerê Ûkrayna û Rûsyayê bi dawî bike. Derfetên zêrîn li benda Trump in; ew dikare van şeran bi dawî bike.”