Serok Barzanî: Em destê biratiyê dirêjî her kesî dikin

01 October 2024 12:56 0 dîtin
Serok Barzanî: Em destê biratiyê dirêjî her kesî dikin

PeyamaKurd Di çarçoveya xebatên hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê yên 20ê Cotmehê de, serok Barzanî bang li endam û alîgirên PDKyê kir û got:

“Em destê biratiyê dirêjî her kesî dikin. Eger grûbek bawer bike ku bi dijberiya PDKyê wê bikare zêdetir bi ser bikeve, ez daxwazê ​​ji wan dikim ku li dîrokê binêrin û dersê jê wergirin. PDK ne tenê partî ye; partiya şehîdan e, parêzvana mîrateya wan e. Yên ku ji hêza me guman kirine, gelek caran xelitîne û wê têk biçe kîjan hêza ku bixwaze me parçe bike.”