Serok Barzanî: Sêx Abdulselam û Mar Semûn li Kurdistanê bingeha pêkvejiyan û biratiyê danîn

13 September 2022 00:15 0 dîtin
Serok Barzanî: Sêx Abdulselam û Mar Semûn li Kurdistanê bingeha pêkvejiyan û biratiyê danîn

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê tevlî merasima vekirina Dêra Suryanî ya Rojhilat bû û di merasimê de axaftinekî kir. Serok Barzanî di axaftina xwe de got ku li Herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê di navbera terefên olî û etnîkî de bûye çandekî. Serok Barzanî bi sedema vekirina dêrê, Mesîhiyan û Suryaniyan pîroz kir û weha got:

“Vekirina vê dêrê nîşana danîna têkiliyên sed sal berêye ku di navbera her dû şehîdan de, Şêx Abdulselam Barzanî û Pîskopos Mar Şemûn de hat danîn. Ew, li Herêma Kurdistanê bingeha biratiyê û pêkvejiyanê danîn. Li vî welatî ji pêkvejiyanê xweştir tiştekî tine.

Ya girîng ew e ku em tev secde ji Xwedê re dibin. Em serbilindin ku çanda pêkvejiyanê di nav civakên olî, etnîkî û mezhebi de, bûye çanda temamê xelkê Kurdistanê. Divê em vê çandê bidin dewamkirin.

Divê temamê xelkê Kurdistanê, bê ferqê bixin navbera ol, milliyet û mezhebên wan, em wan destek bikin. Ev welat welatê me hemûya ye. Divê em bi biratî, bi şeref û azadî bi hevre bijîn.”