Serok Barzanî: Em çanda pêkvejiyan û biratiyê kûrtir bikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna jidaykbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir û xwest, ferhenga pêkvejiyan û bratiya di navbera gelên Kurdistanê de were kûrtirkirin.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Bi helkefta serê sal a zayînî û cejna jidaykbûn a Hezretî Mesîh silavên Xwedê lê bin, germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî xwişk û brayên Kristiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Di vê helkeftê de, tekeziyê li kûrtirkirin a ferhenga pêkvejiyan û bratiya di navbeyna pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêviya wê yekê jî dixwazim, ku xwişk û brayên Kristiyan, hemû cejn, helkeft û xweşiyên xwe, di aramî û tebayiyê de derbas bikin, û aştî û bratî jî, li navçeyê berqerar bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin