Serok Barzanî: Wê Kurdistan weka tabloya delal ya çanda pêkvejiyanê bimîne
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema patrîkê Aşûrî yê Dêra Rojhilat III. Mar Awa dest bi wezîfa xwe kir, wî pîroz kir û jê re serkeftinê xwest. Serok Barzanî xwest ku destpêkirina patrîk ya wezîfeya nû bibe wesîla pêkvejiyana çanda bihevre û hûzûrê û got; wê Kurdistan weka tabloya delal ya çanda pêkvejiyanê bimîne.
Destpêkirina wezîfa patrîkê Aşûriyan li bajarê Hewlêrê li Eynkawayê bi merasimekî hat kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hinek ji wezîran, parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw û gelek kes tevlî merasimê bûn.
III. Mar Awa weka patrîkê Dêra Rojhilat ya Asûrî dest bi wezîfa kir û di merasimê de îlahî hatin xwendin û ahengên olî hatin lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin