Serok Barzanî: Li Kurdistanê çanda pêkvejiyanê xwedî rih û rîsalên dêrîn e

10 October 2023 17:24 0 dîtin
Serok Barzanî: Li Kurdistanê çanda pêkvejiyanê xwedî rih û rîsalên dêrîn e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Cotmehê li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Îraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, Balyozê Brîtanya yê li Îraqê kêfxweşiya xwe ji bo pêkvejiyana aştiyane ya pêkhatên olî û neteweyî li Kurdistanê nîşan da û çanda pêkvejiyanê ya li Kurdistanî bilind nirxand ku bûye sedema çêbûna jîngeheke guncav ji bo ol û neteweyên cuda.

Hitchen rola Serok Barzanî di bergirîkirina mafên pêkhateyan û parastina ferhenga pêkvejiyanê û kûrtirkirina wê bilind nirxand û Serok Barzanî li ser mijarê got: “Ferhenga pêkvejiyanê li nav xelkê Kurdistanê xwedî rih û rîşalên dêrîn û dîrokî ye û gelê Kurdistanê li beramber ol û neteweyên cuda û dîtin û nerînên olî herdem vekirî û azad bûye. Ev jî ji bo gelê me ferhengeke dewlemend e û ciyê şanaziyeke mezin e.”

Di hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste ser qonaxên cuda cuda yên dîroka pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal û destûr û lihevkirinên siyasî û destnîşan kir, dê bi Hikûmeta Îraqê û Serokwezîr Sûdanî re hemû hewlan bidin ji bo ku di çarçoveya destûrî û bi rêya diyalogê û hevtêgihiştinê kêşe bêne çareserkirin.

Di beşeke din a civînê de, dîtin û nerînên li ser rewş û pêşhatên siyasî yên navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin axaftin.