Konsulê Koreya Basûr xatir ji Serok Barzanî xwest: Bi naskirina çanda Kurdistanê kêfxwes im!

24 January 2022 16:55 0 dîtin
Konsulê Koreya Basûr xatir ji Serok Barzanî xwest: Bi naskirina çanda Kurdistanê kêfxwes im!

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin ku dema erka wî bi dawî bû ji bo xatirxwestinê serdana Serok Mesûd Barzanî kir û xatir jê xwest.

Serok Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin spasiya mêvandariya gelê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye û ji nêzîk ve çanda kurdan nas kiriye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ji bilî amadepêdana bi rola hêzên Zeytûn di dirustkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Koreyê de, tekezî li kûrkirina pêwendiyan hate kirin û Serok Barzanî Konsulê Giştî yê Koreya Başûr wek dostekî nêzîk ê gelê Kurd hejmard û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herwiha pêşhatên dawî yên nava proseya siyasî ya Iraqê jî mijareke din a hevdîtinê bû.