Serokwezîr Barzanî bi konsulê nû yê Koreya Basûr re civiya

22 September 2022 19:01 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi konsulê nû yê Koreya Basûr re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22yê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Kora Başûr yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, ji bo destbikarkirinê pîrozbahî li Cho Kijoung kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê de û daxwaza pêşveçûna pêwendiyên dualî di hemû waran de anî ziman.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Koreyê, tevî pêşkêşkirina kurteyek li ser kar û çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê, spasiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya wan a baş a ligel konsulxaneya Koreyê.