Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsulê nû yê Koreya Basûr kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 14ê Çile li Hewlêrê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Koreya Başûr kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest. Herwiha Barzanî piştevaniya hikûmeta Kurdistanê ji bo pêşdebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de nîşan da.
Konsulê Giştî yê Koreyê tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bi wergirtina erkê xwe li Herêma Kurdistanê, daxwaza welatê xwe ya bihêzkirina pêwendiyên dualî di warên curbicur de anî ziman bi taybetî di warê geşepêdana aborî û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî ya Koreya Başûr de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin