Mesrûr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Alman kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî, pîrozbahî ji bo destbikarbûnê li konsulê nû yê Alman kir û daxwaza serkeftinê di erka wî de jê re kir.
Konsulê Giştî yê Almanyayê jî amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.
Di beşeke din a civînê de, behsa serkeftina proseya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hat kirin, ku di rewşeke aram û demokratîk de pêk hatiye.
Her du alîyan li ser girîngî û pêwîstiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de anîn ziman û ji bo zêdetir xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin