Mesrûr Barzanî biryara Almanyayê bi kêfxwesî pêswazî kir

21 October 2022 20:40 0 dîtin
Mesrûr Barzanî biryara Almanyayê bi kêfxwesî pêswazî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser biryara îro 21ê Cotmehê ya Parlamentoya Almanyayê ku dema mayîna hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê salekê dirêj kir, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de, kêfxweşiya xwe bo dengdan û biryara Parlamentoya Almanya (Bundeswehr) nîşan da.

Serokwezîr Barzanî spasiya Almanyayê kir ji bo wê biryara ku mayîna hêzên Almanyayê heta Nîsana 2023yan hatiye dirêjkirin û diyar kir, ji bo destûrnedana tundî û terorê li herêmê, xwedî biryardariyeke hevpar in.