Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo biryara mayîna hêzên Almanyayê kêfxwesiya xwe anîn ziman

30 October 2020 17:55 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo biryara mayîna hêzên Almanyayê kêfxwesiya xwe anîn ziman

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara Parlamentoya Almanyaya Federalî ya dirêjkirina dema mayîna hêzên Almanyayê li Iraqê bi kêfxweşî pêşwazî kirin û spasiya Almanyayê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê de got, ez ji bo dirêjkirina mayîna hêzên Almanyayê li Iraqê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de û alîkariyên berdewam ên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê dikim. Li Iraqê û herêmê ji bo têkbirina DAIŞê hê jî pêwîstî bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî heye.

Serokwezîr Barzanî jî got, “Biryara dirêjkirina mayîna hêzên Almanyayê yên li Iraqê yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku ji aliyê Parlamentoya Federalî ya Almanyayê ve heta Çileya 2022yan hatiye dirêjkirin, bi kêfxweşî pêşwazî dikim.”

Barzanî got, perwerdekirina hêzên Pêşmerge jî di nav de Almanya di navenda têkoşîna dijî DAIŞê de cî distîne.

Parlamentoya Almanyayê bi dengên 431 parlamenteran li beramber 209 dengên nexêr, biryara dirêjkirina dema mayîna hêzên welatê xwe yên li Iraqê da.

Li Iraqê di bin banê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de 500 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê hene.

Li gorî biryara parlamenê wê hêzên Almanya 15 mehên din ango heta roja 31ê Çileya 2022yan li Iraqê bimînin û têkoşîna dijî DAIŞê li kêleka hêzên Iraqê û Pêşmerge berdewam bikin.