Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî biryara dadgeha Alman bi kêfxwesî pêswazî kirin...
PeyamaKurd – Dadgeha Frankfurtê ya Almanyaya Federal doh 30yê Mijdara 2021ê, terorîstekî girtî yê DAIŞê ku li ser jenosîdkirina Kurdên Êzidî dihat dadgehkirin, bi cezayê heta hetayê mehkûm kir. Biryara dadgeha Alman yekem mînaka bi awayekî jenosîd nasîna êrîşên qirkirina êzidiyan bi destê DAIŞê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê biryara dadgeha Alman de peyam dan û mehkûmkirina terorîstê DAIŞê Taha El Cumalî bi jenosîda Êzidiyan bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
Nêçîrvan Barzanî got, em hêvî dikin ev pêngav ji bo dabînkirina edaletê li ser mexdûrên terorê û qurbaniyên Êzidî re bibe alîkar.
We welcome the sentencing of ISIS terrorist by German court for genocide against Yezidis, and support similar legal actions against members of the terrorist group worldwide. We hope this step contributes to achieving more justice for Yezidi victims and all victims of terrorism.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) December 1, 2021
Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de got, biryara dadgeha Alman biryareke nimûne ye ji bo jenosîda li ser êzidiyan hatiye encamdan û diyar kir, ligel kêfxweşiya xwe girîngiya wê biryarê anî ziman.
I strongly welcome yesterday’s verdict by a German court to convict an ISIS member for genocide, crimes against humanity and war crimes.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) December 1, 2021
The verdict is a historic precedent and gives the global Yazidi community and survivors recourse to justice and recovery -mb.
Mesrûr Barzanî wiha got: “Ez pir kêfxweş bûm bi wê biryara ku duhî dadgeha Almanya da û tê de çekdarekî DAIŞê bi komkujî, tawanên dij mirovî û tawanên şer mehkûm kir. Ev biryar destpêkeka dîrokî ye û derfetê dide civaka êzîdî û rizgarbûyên destê DAIŞê da ku li dadgehê gilî bikin û bi vî rengî birînên wan bi bicîhatina dadperweriyê qenc bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin