Bi biryara Mesrûr Barzanî ji bo 39 projeyên Germiyanê budce hate dabînkirin

09 August 2024 15:03 0 dîtin
Bi biryara Mesrûr Barzanî ji bo 39 projeyên Germiyanê budce hate dabînkirin

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo pêkanîna 39 projeyên li Germiyanê budce hate dabînkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo 39 projeyên wê li Germiyanê bêne pêkanîn budce hatiye dabînkirin. Fermangehê da zanîn hku piştî dabînkirina budceyê, wê projeyên ku hatine plankirin ji nû ve bên çalakkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir ku biryar li ser veguhestina 39 projeyên rêveberiya serbixwe a Germiyanê hatiye dayîn ku ji budceya geşedana navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê derbazî bûdceya hilberînê ya wezaretên pêwendîdar bibin, da ku proje ji nû ve dest pê bikin.

Herêma Germiyanê, yek ji deverên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo geşedanê gringiyeke zêde didê.