Mesrûr Barzanî ji bo bicihanîna projeyên Germiyanê nêzî 16 milyar dînar terxan kir

15 October 2021 16:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo bicihanîna projeyên Germiyanê nêzî 16 milyar dînar terxan kir

PeyamaKurd - Fermangeha medya û zanyariyan a hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 15 milyar û 826 milyon dînar pere ji bo xizmetên cuda yên îdareya Germiyanê cuda kir.

Fermangeha medya û zanyariyan a hikûmeta herêma Kurdistanê îro 15ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand, serokê hikûmetê 15 milyar û 826 milyon dînar pere ji bo xizmetên di warên cuda de li îdareya Germiyanê cuda kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di çarçoveya berjewendiya giştî û bicihkirina karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê û bi armanca gihandina xizmetê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ji bo cuda kirin û xerc kirina 15 milyar û 826 milyon dînar pere ji bo bicihanîna gelek projeyên di sektorên cuda de (Rê, av, tenduristî, şaredarî, perwerde, avdanî, elektrîk û avadanî) li îdareya Germiyanê bên kirin.”