Mesrûr Barzanî: Em ê du qatan li ser projeyên xwe bixebitin

17 January 2024 12:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em ê du qatan li ser projeyên xwe bixebitin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Ji îro û pê de em ê du qat li ser projeyên xwe bixebitin. Kurdistan ber bi qonaxeke weçerxanê ve diçe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser tora civakî Xê de behsa projeyên Herêma Kurdistanê kir.

"Ji îro pê ve, em ê li ser projeyên xwe yên di sektorên banking, dravdanên dîjîtal, enerjî, çandinî û pîşesaziyê de du qatan bixebitin."

Barzanî diyar kir ku Kurdistan ber bi qonaxeke weçerxanê ve diçe.

Barzanî ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ku wê di 15-19ê Çileya 2024an de li bajarê Davosê were lidarxistin, roja 15ê Çile gihîşt Swîsreyê.