Mesrûr Barzanî: Em ê bixebitin da berhemên Kurdistanê îxrac bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bazara hinaran ji rojnamevanan re daxwuyanî da û got:
“Îxracata hinarên zaxo û Helebçe wê bibe pêvajoyeka nû ji bo cotyarên Herêma kurdistanê. Ev cara yekê ye ku hinar îxrac bûn derve. Berhemên me yên ewilî yên xwemalî hatin şandin ji bo derveyê welat. Me berê vê sozê dabû û niha me bicîh anî. Bi vî awayî me zemînekî amade kir ku cotyarên Herêma Kurdistanê karibin malên xwe bifroşin bazara derve. Îxracata hinaran ji Zaxo û Helebçe bo derve, deriyekî nûh ji bo cotyarên Kuridistanê vekir. Cara yekeme ku îxracata hinaran têkirin.
Me vê carê hinaran şand Kendavê û ev destpêke. Di pey hinaran de em difikirin ku hêjî, tirî, sêv û hingiv bifroşin welatên derve. Êdî berhemên Herêma Kurdistanê li gelek welatên Kendavê hene.
Ji bo bazara Awrûpayê ji bo malên Kurdistanê vebe, em di nav têkiliyan de ne. Me ji bo firotina berhemên Kurdistanê ji bo Awrûpayê, bi wan re hevdîtinan kiriye. Cotyar, êdî dikarin berhemên xwe zêde bikin û hilberînin. Ev derî cara ewilî ji bo xelkê Kurdistanê û cotyaran vebûye. Ev jî çavkaniyeka dinê ya ji bo dahatê ye û pêşdeçûna sektora çandiniyê mijareka girîng e.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hewlên xebata wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên avê, ji bo Bagerd Talabanî û tîma wî sipasiya wan kir û gotinên xwe weha dewam kir:
“Ev hemleya han nîşan dide ku Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de pêşdeçûnê kiriye. Em ê alîkariya cotyarên xwe bikin û ji bo xelkê dahatên din temîn bikin. Me di vê dewrê de dît ku cotyar bêhtir meyla xwe dane ser çandiniyê. Ez bang dikim ku bêhtir xwe bidin ser hilberîna çandiniyê. Derfetek baş heye ku cotyarên me berhemên xwe bifroşin bazara dinyayê.
Vebûna deriyên bazara derve ji bo firotina berhemên cotyaran garantiye. Wezareta çandiniyê xebitî da alîkariya cotyaran bike û baca gumrikê ya li ser hinek berhemên çandiniyê rakir. Di mijara elektrîk, îcar û yewimiyeyan de alîkarî kir. Me got ku em ê ji bilî dahata gaz û petrolê cûreyên dahatên xwe zêde bikin.
Heya niha ji bo 5 welatên Kendavê berhem hatin îxrackirin. Me bi welatên Awrûpa re hevdîtinan kir. Em ê îxracê Îngîltere û Îsweçê bikin. Me bi Almanya, Îtalya û gelek welatên Awrûpa re hevdîtinan kir. Wê ev bibe pêvajoyeka ku bazara dinyayê ji bo berhemên Kurdistanê vekin û berdewamî be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin