Mesrûr Barzanî bi karsazan re civiya: Em hemû ji bo pêsxistina zêdetir a Kurdistanê bixebitin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30yê Mijdara 2021ê pêşwazî li karsazan kir ku biryar dane li ser erkên xwe 10 dibistanan li nava bajar û li parêzgeha Hewlêrê ava bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de destxweşî li wan karsazên veberhêneriyê dikin kir û rola sektora taybet di proseya avakirina jêrxaneyeke bihêz bilind nirxand.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiyeke mezin dide xwendin û perwerdehiyê, ji bo vê mebestê jî ji bilî avakirina dibistanan û xwendingehên hevçerx, pêwîst e girîngî bi perwerdekirina mirovên bi karîn, jêhatî û niştimanperwer were dayîn û em hemû kar ji bo pêşxistina zêdetir a Kurdistanê di hemû waran de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin