Mesrûr Barzanî ji bo projeyên xizmeta Sêmêlê 18 milyar dînar terxan kir

27 August 2023 16:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo projeyên xizmeta Sêmêlê 18 milyar dînar terxan kir

Peyamakurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdetirî 18 milyar dînar pere ji bo projeyên xizmetguzariya qeza Sêmêlê terxan kir.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir: ‘’Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê cudayî giringî bi hemû navçeyan dide û îro jî mizgîniyê em didin xelkê qeza Sêmêlê ku pereyekî baş ji bo projeyên xizmetguzariyê hatiye veqetandin.’’

Parêzgarê Duhokê wiha pê de çû: ‘’Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve 18 milyar û 520 milyon dînar ji bo projeyên xizmetguzariya qeza Sêmêlê hatiye veqetandin û biryar hatiye dayîn li gor pêwîstî li ser hemû qezayê de bê dabeş kirin. Lê ew pare pêdiviya hemû qezayê tejî nake, ji ber qeza Sêmêlê gelek mezin e. Lê em diyar dikin ku di paşerojê de dê pareyekî zêdetir jî bo wê qezayê bê veqetandin û di projeyên elektrîk û rê û şînkayiyê de bên xerc kirin.’’