Mesrûr Barzanî biryara alîkariya darayî bo dikandarên Bazara Qeyseriyê da

05 September 2024 17:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî biryara alîkariya darayî bo dikandarên Bazara Qeyseriyê da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê serdana Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê û ragihand ku ew ê lezê bidin nûjenkirina Bazara Qeyseriyê ku di şewatê de ziyaneke mezin lê çêbûbû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar ên hikûmetê raspardin ku proseya çakkirin û nûjenkirina Bazara Qeyseriyê bilez bikin û dikandarên ziyandîtî piştrast kirin ku ew dê li gorî karîn û qebareya ziyanan, alîkariya wan bikin û hewl bidin di demek nêzîk de bazar bê vekirin.

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 5.3 milyar dînar ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê hatine terxan kirin û dê di dema diyarkirî de bidawî bibe.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di civîneke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û wek hevkarî,  ji 2 heta 20 milyon dînar alîkariya darayî pêşkêşî her dikandarekî ku ji ber şewatê ziyan dîtiye, dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva 5ê Gulana 2024an agir bi beşeke Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket û piştî çend demjimêran ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontrolkirin.

Parêzgerê Hewlêrê piştî wê rûdanê eşkere kiribû ku, 227 dikan û heft embarên biçûk ên bazarê şewitîn û zirar gihîşt wan.