Ji Mesrûr Barzanî peyama 33 saliya biryara 688 a NY: ‘Pêsîya jenosîda gelê Kurdistanê girt’
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Nîsanê bi boneya salvegera derketina biryara 688 a Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Herêma Kurdistanê ji êrîşên rejîma Beas a Iraqê hatibû parastin, peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, wê biryarê rê li jenosîdeke din girt û civaka navnetewî bi hewara gelê Kurdistanê ve hat.
Serokwezîr Barzanî ragihand: “Îro 33 sal li ser derketina biryara 688ê ya encûmena asayîşê ya ser bi Netewên Yekbûyî re derbas dibe ku roja 05.04.1991ê di encûma êrîşa hovane ya rejîma berê ya Iraqê, koçberiya milyonî ya xelkê Kurdistanê ber bi sînoran ve destpê kir.”
Civaka navnetewî bi hewara gelê Kurdistanê hat
Di berdewamê de got: “Ew biryara girîng û dîrokî ya encûmena asayîşê bûye bingehek ji bo danîna navçeya dijîfirînê û di encamê de sînorek ji bo êrîş û zulma rejîma Beis danî û Kurdistan ji jenosîdeke din parast û civaka navnetewî bi hewara gelê Kurdistanê ve hat û piştre jî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêk hat û hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hat.”
Biryara 688 werçerxeke dîrokî ye
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Biryara 688ê werçerxanekî dîrokî ye di xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê de ji bo mafên xwe yên rewa. Vê bîrhatinê de rêz û pêzanîneke me ya gelek ji bo hewkarî û piştevaniya civakî navetewî û welatên Amerîka, Brîtanya û Fransayê heye. Bi taybetî piştevanî û piştgiriya xwedê jêrazî Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand û hevjîna wî Daniel Mitterand dikin û ti demekê ji bîr nakin. Herwiha piştevaniya xwedê jêrazî Serokê Amerîkayê George Bush û herwiha serokwezîrê wê demê yê Brîtanya birêz John Major û Wezîrê derve yê wê demê yê Amerîkayê James Baker û cihê rêz û pêzanîna xelkê Kurdistanê ne. Herwiha spasiya hevkarî û alîkariyên welatên Îran û Tirkiyê dikin ku sînor bi rûyê sedan hezar penaberên Herêma Kurdistanê kirin.”
Divê civaka navdewletî ji bo parastina xelkê Kurdistanê xwedî helwesteke cidî be
Di dawiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî wiha got: “Di salvegera derketina biryara 688ê de em teqez dikin ku hîn metirsî û gef li ser xelkê Kurdistanê û maf û destkeftên wê heye û pêwîste civaka navnetewî helwesteke cîdî li parastina xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser mafên rewa hebe û piştrastî bide ku xelkê Kurdistanê parastî be û careke din rastî pêlên jenosîd û binpêkirinên mafên xwe nebin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin