Mesrûr Barzanî bi Konsulê Alman Klaus Streicher  re civiya

26 August 2024 18:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Konsulê Alman Klaus Streicher  re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Tebaxê roja duşemê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Klaus Streicher  kir ku peywira wî bidawî dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber pêwendiyên dostane û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê û hikûmet û gelê Almanyayê kir û xwest, pêwendiyên dualî hîn zêdetir bên pêşxistin.

Konsulê Giştî yê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve rêz û hurmetên xwe ji bo piştgirî û hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulxaneyê re diyar kir.

Klaus Streicher, piştgiriya welatê xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re yên di warên cuda cuda de anî ziman.