Nêçîrvan Barzanî, pêswazî li Konsulê Koreya Basûr kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê û şanda ligel wî hatibû, kir. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û rewşa siyasî ya giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.
Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr Cho Kijoung û şanda ligel wî, pêşwazî kir û hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê, di erka konsulî ya nû de jê re serkeftin xwestiye.
Di agahiyên ku di derbarê hevdîtinê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku
“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Koreya Başûr kiriye û hemû piştevaniyên xwe, ji bo bi serxistina erka wî ya nû nîşan daye û li ser navê Herêma Kurdistanê, spasiya hevkariyên mirovî kiriye û binyatdanîna saziyan û piştgîriya Koreya Başûr dupat kiriye ku bi rêya Tima Leşkerî ya Zeytûn û Ajansa Koica pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.”
Li ser hevdîtina hat kirin de hat eşkerekirin ku Konsulê Giştî yê Koreya Başûr jî ji aliyê xwe ve dupat kiriye ku têkiliyên welatê wî yên ligel Herêma Kurdistanê, têkiliyên taybet in û wî hêvî kiriye ku ew bikaribin wan têkiliyan berfirehtir bikin.
Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku konsul, bi kurtasî qala kar û çalakiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê kiriye û paldana kertê taybet ê Koreya Başûr û derfetên sermaye razandinê ya ji bo kompaniyên Koreyî ya li Herêma Kurdistanê ber çav kirine.
Hat zanîn ku her du aliyan, li ser berfirehkirina têkiliyan a di warê çandî, hevahengî û hevkariya di warê perwerdehî û fêrkirinê de li hev kiriye û di dewamê de li ser rewşa siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê axivîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin