Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê her daxwaza astî û pêkvejiyanê kiriye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî dipêşwaziya şandeya Navenda Lêkolînên Iraqê ya Frensî de got: “Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de her daxwaza aştî û pêkvejiyanê kiriye.”
Serok Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziyê li şandeya Fransî ku ji Professor Michel Vivorca, Professor Fabricel Balanche, Marius Exposito, Tiali Yilman û Dr. Adil Baxewan pêk dihat kir.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan pêzanîna xwe ya ji bo di xebat û bêwestaniya bidestxistina azadiyê de berxwedan û qurbanîdayîna gelê Kurdistanê û di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de rola Serok Barzanî bilind nirxand.
Şandeyê herwiha pesnê ferhenga pêkvejiyanê û parastina pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê dan.
Di hevdîtinê de geşedanên siyasî, gef û metirsiyên li Iraq û navçeyê, hevkêşeyên herêmî û navneteweyî û herwiha rewatî û siberoja doza gelê Kurdistan û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî, di derbarê mafên gelê Kurdistanê de ji bilî şîrovekirina rehendên dîrokî, siyasî û yasayî yên rewatiya doza gelê Kurdistanê ya li Iraq û navçeyê û herwiha têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo parastin û pêşvebirina doza xwe de tekeziyê li ser wê yekê kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi şer, înkar û hewlên têkbirina gelê Kurdistanê ti encamek bidest nexistiye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan wek tekane rêbazê têgihîştin, dîyalog, aştî û rêkarên demokratîk destnîşan kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de got: “Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurdistanê her daxwaza aştî, pêkvejiyan û hevbeşiyê kiriye û ti carî destpêşxerê şer û aloziyan nebûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin