Serok Barzanî: Di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de cihê Yekitiya Afretan timî diyar e

11 December 2024 13:36 0 dîtin
Serok Barzanî: Di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de cihê Yekitiya Afretan timî diyar e

PeyamaKurd – Ji ber 72yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî weha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban

Birêz sekreter û endamên ofîsa sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê;

Ji ber 72yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahiyên germ li we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji destkefta giring a Şoreşa Mezin a Îlonê ye û di heman demê de ezmûneke serkeftî ya beşdariya jinê di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de ye. Yekîtiya Jinên Kurdistanê rêxistineke têkoşer a nav şoreş û xebata gelê Kurdistanê ye ku rola xwe di belavkirina hişyarî û pêgihandina jinan û berevanîkirina li mafên wan serkeftî gihandiye cih û di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de cihê wê timî diyar e.

Ew bendewariya ji Yekîtiya Jinên Kurdistanê heye ku di qonaxên pêş ên jiyana gelê me de, di çarçoveya çanda pêkvejiyan û şaristanî û wekhevî û nehiştina tundiya malbatî û civakî de kar ji bo bihêzkirina hestên nîştimanperwerî de ye ku hûn di nav rêzên xwe de bikin.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.”

Mesûd Barzanî 11.12.2024