Serok Barzanî ji partiyên Bakur re qala paseroja gelê Kurd, derfet û metirsiyan kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî şandeke hevbeş a 3 partiyên Bakurê Kurdistanê kir û proseya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi wan re gotûbêj kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 3yê Adarê bi şandeke hevbeş a 3 partiyên Bakurê Kurdistanê re civiya ku ji Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) Duzgun Kaplan pêk dihat.
Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê û bandora wê li ser proseya siyasî ya giştî û doza Kurdî li herêmê hate kirin. Di civînê de aliyan tekezî li ser piştevaniya proseya aştiyê û gihîştina çareseriyekê kirin.
Herwiha geşedanên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li herêmê, bi taybetî li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Serok Barzanî ji şanda mêvan re behsa rewş û paşaroja gelê Kurd, derfet û metirsiyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin