Serok Barzanî: Pêwiste partiyên siyasî li ser “xeta netewî” li hev bikin

20 August 2023 01:07 0 dîtin
Serok Barzanî: Pêwiste partiyên siyasî li ser “xeta netewî” li hev bikin

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li devera Behdînanê li bajarê Duhokê bi rêxistinên Partiya Demokrata Kurdistanê re civiya û got:

“Tevî di navbera partiyên siyasî de ferqa ramanên wan hene jî, pêwiste li ser xeta netewî statuya Herêma Kurdistanê biparêzin. PDK, ji raperînê heya niha, kirina hilbijartinan û ji rewabûna şoreşgeriyê heya rewaya destûrê, desthilatê xistiye destê xwe. Divê hilbijartin bibin û PDK baweriya xelkê qezenc bike.”

Serok Barzanî behsa biryarên kongrê ya 14em kir, behsa pêvajoya rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, pêvajoyên dahatûyê, tehdîd û astengiyên ku bi wan re rû bi rû ne kir. Barzanî got; her kesên berjewendiyên Kurdistanê difikirin wê li pêşiya hilbijartinan nebin asteng, divê li ser xeta netewî li hev bikin û statuya heyî ya Kurdistanê biparêzin.

Serok Barzanî behsa têkiliyên 20 salên dawiyê yên Kurdistanê û Iraqê kir, ji bo Iraq bigihê îstîqrarê, divê temamê terefan rêz li destûrê, hevkariyê û mêzênê bigre. Pêwiste herkes bixebite da di nav ciwanan de fikra netewî kûr bibe.

Serok Barzanî di encamê de li daxwaz û pêşniyarên endaman guhdarî kir û bersiva pirsên wan da.