Serok Barzanî û Falih Feyaz rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

03 March 2025 00:07 0 dîtin
Serok Barzanî û Falih Feyaz rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Şanda Heşda Şeibî Falih Feyaz peywendiyên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, îro Yekşemê 02.03.2025 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Şanda Heşda Şeibî Feyaz kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha tekîd li ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hat kirin.