Serok Barzanî bi Falih Feyaz ra civîya

16 March 2019 11:27 0 dîtin
Serok Barzanî bi Falih Feyaz ra civîya

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê ra civîya.

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî digel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya. Di civînê de rewşa siyasî ya navçeyê, şerê DAIŞê û gavên nehiştina terorê li Iraqê hatin gengeşe kirin.

Di civînê de herweha rewşa navçeyê, maddeya 140 û hewlên her dû aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin gengeşe kirin, û tekezî li hemahengiya Hewlêr û Bexdayê di warê ewlekarî û dabînkirina dahatek baştir ji bo welatiyan hatin kirin.