Serok Barzanî bi Falih Feyaz re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz re civîya û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand, Serok Mesûd Barzanî roja 29ê Hezîranê pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz kir.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.
Di civînê de herdu aliyan, tekezî li ser hevahengî û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin