Serok Barzanî pêswazî li Serokê Desteya Hesda Seibî Falih Feyaz kir

04 January 2024 20:29 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Serokê Desteya Hesda Seibî Falih Feyaz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 4ê Çileya 2024an, li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê û gefên ewlehiyê hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û gefên ewlehiyê bi hev guhertin û êrîşên li ser Pêşmergeyan li Pîrmamê şermezar kirin.

Her hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdisatnê û Hikûmeta Federalî û bicihanîna bernameyên Hikûmeta Federalî kirin ku beriya niha lihevkirin li ser çêbûye.