Serok Barzanî bi Falih Feyaz re rewsa ewlehiya Iraqê û herêmê gotûbêj kir

19 February 2020 20:06 0 dîtin
Serok Barzanî bi Falih Feyaz re rewsa ewlehiya Iraqê û herêmê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Sibatê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz û şanda pê re kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de heru aliyan ronahî xistin ser rewşa siyasî û ewlehîya Iraqê û dawî pêşhatên navçeyê û herwiha helwesta aliyan li hember pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Di beşeke din a civînê de jî gefên terorê û egerên derketin û bihêzbûna terorîstên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.