Sê partiyên Kurdistanê pistgirî dan banga Serok Barzanî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê ku ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê pêk tê, piştgiriya xwe ji bo banga Serok Barzanî ya civîna aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan ragihand.
Serok Mesûd Barzanî 11ê Gulanê di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû û daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh li dar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan bibînin.
Serok Barzanî di banga xwe de gotibû: “Berî vê civînê ez daxwazê ji her du polîtboruyên YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin.”
Li ser vê banga Serok Barzanî Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Komîteya Karê Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civîna partiyên siyasî ku mijareke aktuel e, girîng dibîne. Di vê rewşê de divê bi beşdariya hemû aliyên siyasî diyalogeke vekirî bê kirin. Di civîneke de tevahiya aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya siyasî, gotara Yekîtiya Kurdistanê û pirsa lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê binirxînin û biryarên pêwîst derbarê wan de bidin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo lihevkirina li ser asta nizim a bernameyeke hevbeş a Kurdistanî ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatekê, di heman demê deji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û aktîvkirina Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê bi awayekî ku baweriya hemû aliyan bê hebe û her wiha nivîsîn û biryardana li ser destûra Herêma Kurdistanê jî, Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê amade ye ku bi aliyên siyasî re bicive û dest bi diyaloga niştimanî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin