Bersiva partiyên Herêma Kurdistanê ya li ser banga Mazlûm Ebdî
PeyamaKurd – Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi erênî bersiv da banga Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî ya piştgirîkirina partiyên Kurdistanî ya ji bo Rojava ku li hev bicivin û bi Şamê re pozîsyoneke bihêz a danûstandinan ava bikin.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, grûp û aliyên cuda li Sûriyeyê ji bo beşdariya di rêveberiya nû ya wî welatî de xwe ji danûstandinan re amade dikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji bo pêkanîna yekitiya kurdan li Rojavayê Kurdistanê daxwaza piştgiriyê ji Herêma Kurdistanê kiribû.
Ebdî gotibû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi helwêsteke hevseng beşdarî yekîtiya Kurdan bibe. Ev dê destê me di danûstandinên bi Şamê re xurt bike.”
Di demekê de ku tê meraqkirin ka dê partiyên Herêma Kurdistanê çawa bersivê bidin vê bangê, Rûdawê li ser vê mijarê nêrîna aktorên pispor û rayedar pirsî.
Komel: Divê ew ji xeletiyên me dûr bikevin
Yek ji rêveberên Komela Dadmendiya Kurdistanê (Komel) Farûk Elî diyar kir ku yekbûna partiyên kurdî li Rojava hem cihê keyfxweşiyê ye û hem jî girîng e û got ku divê kurd berî destpêkirina danûstandinan bi aliyên din re li Sûriyeyê helwêsteke yekgirtî nîşan bidin.
Faruk Elî di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re got, “Hê niha ne diyar e ka dê paşeroja Sûriyeyê çawa bibe, lê daxuyaniyên berpirsên HTŞyê soz didin û wisa xuya dike ku armanca wan xebata hevbeş e li gel aliyên siyasî yên li Sûriyeyê. Herêma Kurdistanê her tim piştevaniya Rojava û Mazlûm Ebdî kiriye. Û bi dil û can piştevaniya HSDyê kirin, em hêvîdar in ku ji hin ezmûnên erênî yên li Herêma Kurdistanê sûd wergirin û ji xeletiyên me dûr bikevin.”
Elî da zanîn ku ew weke Komel bi rêya saziyeke xêrxwaziyê ya bi navê “Bexş” ji bo piştgirî û alîkariyê ji bo Rojava dixebitin û wiha got: “Eger pêwîstiya wan hebe û derfet bê dayîn em amade ne ku bikin. Tevî ku niha gelê Herêma Kurdistanê di qonaxeke aborî ya dijwar re derbas dibe jî, lê em bi biryar in ku bi hemû hêza xwe piştgiriya birayên xwe yên li Rojava bikin.”
PDK: Divê rê li ber Serok Barzaniî vekin
Parlamenterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulselam Berwarî ragihand ku divê partiyên Herêma Kurdistanê bi hevbeşî ligel hikûmetê piştevaniya Rojava bikin.
Berwarî got, "Ez dikarim rewşa niha ya Rojava û Sûriyeyê bi du serdemên cuda yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re bidim ber hev: Ya yekem di sala 1975an de û ya duyemîn jî di sala 2003yan de ye. Şoreşa Kurdan a sala 1975an li dijî daxwazên hêzên navneteweyî bû. Ji ber ku wan nedixwest peywendiyên Îran û Iraqê xirab bibin.
Rewşa Sûriyeyê niha aloz e û civaka navdewletî hêviya aramiyê li wî welatî dike. Lê niha em dibînin ku aliyê Rojava neçar e ku pev biçe bi hêzên ku serkeftin bi dest xistine, ev yek li dijî daxwazên navneteweyî ye.
Eger em wê bi Iraqa sala 2003yan re bidin ber hev, wê demê Serok Mesûd Barzanî li gel Mam Cemal (Celal Talebanî) roleke sereke di guhertinên siyasî de lîst. Di sala 2002yan de dest bi xebatên amadekariyê kirin û karîbûn partiyên din li hev bicivînin, lê li Rojava derfetek wisa tune bû. Ji ber wê jî Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ji bo Rojava baştirîn bijarde ne ku vî karî bikin. Divê rê li ber Serok Mesûd Barzanî vekin, da ku Tirkiye neçar bibe wan qebûl bike û wan ji vê rewşê rizgar bike.”
Ebdulselam Berwarî got, “Pêwîst e aliyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo alîkariya Rojava bên cem hev. Divê tu partî û kom bi tena serê xwe li ser vê mijarê tevnegere. Herweha divê PYD zîhniyeta Qendîlê deyne aliyekî û di nava Kurdan de tifaqeke xurt ava bike. Divê em ji bo yekîtiyê têbikoşin.”
Yekgirtû: Me berê hişyarî dabû wan
Serokê Meclisa Rêveber a Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Babekir jî got, “Em paşeroja Sûriye û Rojava erênî dibînin. Berê kurdan ne cih, ne nav û ne jî maf hebû. Lê niha ew bi ser ketine û ev jî rewşeke xweş e.”
Babekir got, “Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin bi partiyên Rojava re peywendiyan deynin, civîn û hevdîtinan bikin û ji wan re bibêjin ku ji ezmûnên me yên serkeftî dersê wergirin. Yek ji xeletiyên me nakokiyên navxweyî bû û em dikarin ji wan re bibêjin. Divê vê yekê dubare nekin û nakokiyan bi diyalog û hevkariyê çareser bikin.”
Selahaddîn Babekir pêşniyarên partiya xwe yên derbarê rêveberiya paşerojê ya Rojava de jî anî ziman û got, “Berê Rêveberiya Xweser a Rojava rê neda partiyên din beşdarî rêveberiyê bibin. Me di civînên xwe de nêrînên xwe ji wan re ragihand û tekez kir ku divê li Rojava azadiya ramanê hebe, eger di paşerojê de yekîtiyeke weha ferz bikin, wê ev yek şaş be û bi vê yekê nikarin bigihin encamê. Ji ber vê yekê divê di nava xwe de bibin yek û bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re hevkariyê bikin.”
YNK: Divê em hemû ji bo alîkariya Rojava bi erka xwe rabin
Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rêbaz Berkotî jî got, “Em hêvîdar in ku kurd li wir di nava yekrêzî û yekdengiyê de bin. HSD, TEVDEM û ENKS xwedî tecribe ne û erdnîgariyeke mezin di bin kontrola wan de ye. Divê edebiyata ku ji Qendîlê bi dest xistine bihêlin. Divê ew karibin bi hêzên herêmî re, ku Tirkiye jî di nav de ye, danûstandinan bikin, ji ber ku Amerîka û Brîtanya niha dixwazin kurd li wir bibin xwedî mafên xwe.”
Derbarê helwlsta partiya xwe de jî endamê YNKyê Berkotî got, “Em weke YNKyê bi hemû hêza xwe dixwazin alîkariya Rojava bikin, lê birayên me yên Rojava nekarîn berê bibin yek. Em hêvîdar in ku ji xeletiyên me dersê wergirin, ji ber ku dema em bi hev re tevgeriyan, me karî hemû mafên xwe bi dest bixin.”
Rêbaz Berkotî got, “Em weke kurd divê li hemû parçeyan xalên xwe yên hevbeş bibînin da ku em bigihin armanca xwe. Divê em hemû ji bo piştgiriya Rojava bi berpirsyarî rabin. Divê heyetên me jî biçin wir û piştgiriya manewî bidin wan. Ev erkê hemû partiyan bi taybet ê PDK û YNKyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin