Sererkanê Îranê gefa êrîsên ser partiyên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê xwar û heta Îlonê jî mohlet da!

11 July 2023 17:27 0 dîtin
Sererkanê Îranê gefa êrîsên ser partiyên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê xwar û heta Îlonê jî mohlet da!

PeyamaKurd - Sererkanê Supaya Pasdarên Îranê, Mihemed Baqirî gefa êrîşkirina ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê dimînin xwar û heta meha Îlonê jî mohlet da. Baqirî gotiye, eger Iraq sozên xwe yên derbarê wan partiyan de pêk neyîne, ew dê êrîş bikin.

Mihemed Baqirî, îro 11ê Tîrmehê di civîna fermandarên Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran de li bajarê Meşhedê axivî û gefa êrîşên tundtir li ser partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê xward ku ew weke partiyên cudaxwaz bi nav kirin.

Baqirî hişyarî da Iraqê û got, ger heya meha Îlonê rêkeftina derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê bicih neke, ew dê bihêztir ji caran êrîşî wan partiyên di nav axa Herêma Kurdistanê de bikin.

Mihemed Baqirî daye xuyakirin: “Eger heya meha Îlonê hikûmeta Iraqê pabendbûnên xwe ji bo bêçekkirina partiyên dijberên Komara Îslamî ya Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne, bicih neyîne, dê êrîşên me ji carên berê bihêztir bin.”

Herwiha Baqirî gotiye: “Me bi sedema sozên Iraqê yên bêçekkirina wan partiyan êrîşên xwe dane rawestandin, eger heya meha Îlonê ew soz bicih nebin, êrîşên me dê bi awayekî tundtir dubare bibin.”