Berdevkê Pasdarên Îranê gefa êrîsên dubare li Herêma Kurdistanê xwar!

18 March 2022 15:31 0 dîtin
Berdevkê Pasdarên Îranê gefa êrîsên dubare li Herêma Kurdistanê xwar!

PeyamaKurd - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Remazan Şerîf, bi hincet û îdiaya hebûna binkeyên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê, gefa êrîşa dubare li ser Herêma Kurdistanê xwar.

Şeva 13ê Adarê Îranê bi 12 moşekên balîstîk êrîşê ser cihên sivîl li Hewlêrê kiribû û wekî behaneya wê êrîşê jî hebûna navendeke Îsraîlê nîşan dabû ku ev êrîş ji aliyê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ve rastî bertek û nerazîbûnan hatibû.

Berdevkê Supaya Pasdaran Remezan Şerîf, di hevpeyvîneke digel kanala El-mesîre ya ser bi Hûsiyên Yemenê de, tohmeta bêbingeh ku Îsraîlê jî hebûna binkeyên xwe li Herêma Kurdistanê red kiriye dubare kir û hişyarî da berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku ew dê car din êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.

Şerîf  di vê hevpeyvînê de îdia kiriye, mafê wan e ku êrîşê ser binkeyên Îsraîlê bikin ku ewlehiya wan dixe metirsiyê.

Hêjayî gotinê ye, ew îdiayên Îranê bi timî ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê, Îsraîlê û Iraqê ve hatine redkirin û Hikûmeta Kurdistanê ji bo derxistina rastiya daxwaza lêkolîneke ku Îran jî tê de beşdarî bike kiriye.