Berpirsekî Talîbanê ji bo koçberên Afganî gefa 'êrîsên xwekujî' li Îranê xwar!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku berpirsekî Tevgera Talîbanê di girte vîdyoyekê de gefa encamdana êrîşên xwekujî li rejîma Îranê xwariye û gotiye, ew dê tola xwîna her koçberekî Afganî ji wan bistînin.
Wî berpirsê Talîbanê ku navê wî nehatiye eşkere kirin, di vîdyoya belav kiriye de, li ser koçberên Afganî gef li Îranê xwariye û bang li endamên Talîbanê kiriye, ji bo êrîşên xwekujî li nav erda Îranê amade bin.
Ev daxuyaniya wî berpirsê Talîbanê piştî belavbûna dîmenên ku koçberên Afganî yên dixwazin bi ser Îranê de derbasî welatên din bibin, rastî îşkence û tahdeyên hêzên Îranê tên û li gelek bajarên Îranê jî xebitandina wan koçberan hatiye qedexekirin, hate dayîn.
Hêjayî gotinê ye, koçberên Afgan ên ji ber zilma Talîbanê direvin Îranê, li wir jî ji aliyê rejîmê ve rastî kiryarên xirabtir ji yên Talîbanê tên û li ser torên medya civakî jî ew dîmen car caran têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin