Silêmanî | 14 koçberên Afganî hatin desteser kirin

20 August 2023 16:40 0 dîtin
Silêmanî | 14 koçberên Afganî hatin desteser kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 14 koçberên Afganî ku bi rêyên qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn, li Silêmaniyê hatin desterser kirin.

Qeymeqamê bajaroka Derbendîxan a Silêmaniyê Suleyman Mihemed ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku asayîşa Derbendîxanê li nêzîkî pira Qetrê 14 koçberên Afganî yên bi rêyên qaçax xwestine derbasî bajarên Iraqê bibin desetser kirin.

Hate diyarkirin ku ji bo wan koçberan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û dê paşî bo Germiyanê bên veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî vekirina deriyên sînor bo merasîmên Îmam Huseyîn û Erbaîn ên şîeyan bo welatiyên Îranê, koçberên welatên din jî hewl didin bi rêyên qaçaxî derbasî Kurdistan û Iraqê bibin.