Li Bedlîsê 76 koçberên Afgan hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, di nav barhilgirekê de 76 koçberên ji Afganistanê hatin desteserkirin û ajokarê barhilgirê jî hat binçavkirin.
Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a bajêr di çarçoveya rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de barhilgirek rawestandiye û di nav de 76 koçber hatine desteserkirin ku ji Afganistanê ne.
Hate diyarkirin ku ajokarê barhilgirê jî bi îdîaya "qaçaxçîtiya koçberan" hatiye binçavkirin û bo dadgehê hatiye veguhestin.
Koçeberên hatine desteserkirin ji bo paşde vegerandinê bo Rêveberiya Îdareya Koçberan a Bedlîsê hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin