Riha | Li Sêwregê 87 koçberên Afganî û Pakistanê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li navçeya Sêwregê bajarê Riha yê Bakurê di nav barhilgirekê de 87 koçberên Afganî û Pakistanî hatin desteserkirin û ajovanê barhilgirê jî hat girtin.
Hat ragihandin ku tîmên Fermandariya Cendermeyan ya Sêwregê li ser rêya Sêwregê û Diyarbekirê li xala pişkinînê barhilgirek rawestandine û di nav de 87 koçberên Afganîstanî û Pakistanî dîtine û ew desteser kirine.
Koçberên hatine girtin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya bajar hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin