Li Batmanê 60 koçberên ji Afganîstanê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Kozluka navçeya Batmanê 60 koçberên ji Afganîstanê bi qaçaxî derbasî welêt bûn hatin girtin.
Welatiyên ku li Bajaroka Bekirhan a navçeya Kozluka Batmanê gelek koçberên bêdestûr dîtin, ji jendermeyan re agahî dan.
Ekîbên Cendirmeyan ên Navçeya Kozlukê ku li ser îxbara welatiyan hatin cihê bûyerê 60 koçberên Afgan girtin.
Koçberên Afganî piştî kar û baran radestî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê kirin. (Çavkanî: İHA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin