Li Muglayê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin

13 January 2025 00:36 0 dîtin
Li Muglayê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin

PeyamaKurd – Li Marmaris û Fethiyeya navçeya Muglayê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, li herêma Girneyit a navçeya Marmarîsê ji aliyê Tîmên Piştevaniya Ewlekariya Peravê û ekîbên Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Bot û Bozburunê ve 16 koçberên neqanûnî ku di nav de zarokek jî heye li bejahiyê hatin girtin.

Piştî agahiya ku li peravên navçeya Fethiyeyê di boteke lastîkî da koçberên neqanûnî hene, botên Ewlehiya Peravê bo herêmê hatin wezîfedarkirin.

Ekîban 25 koçberên neqanûnî û 2 qaçaxçiyên gumanbar ên li bota lastîkî ya ku diçû de girtin.

2 gumanbar bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin.

Piştî karên wan koçberên neqanûnî radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê hatin kirin.